Xelîl Duhokî

Xelîl Duhokî

* Di sala 1951 ê de, li bajarê Duhokê, li Kurdistana başûr ji dayik bûye.
* Di sala 1970 ê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye.
* Kurteçîrok û vekolînên edebî jî dinivîse.
* Di piraniya aheng û fêstîvalan de, helbest pêşkêşkirîne û di rojname û kovarên kurdî de, çi
li nav Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê belav kirîne.
* Di sala 1973 ê de, bûye endamê Êketiya Nivîskarên Kurd.
* Sernivîskarê kovara Berbangê bûye.
* Sernivîskarê kovara Nûbûnê bûye.
* Çend sala, serokê Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê bûye. Endamê Êketiya Nivîskarên
Swêdê ye.
* Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye.
* Xelatê zêrîn yê edebiyata kurdî, ji Êketiya Nivîskarên Kurd, wergirtiye.
* Sala 1974 ê, bûye pêşmerge û di radyoya şoreşê de, kar kiriye.
* Di sala 1982 ê de, dîsan gehiştiye şoreşa kurdî. Lê piştî Enfalên Reş, neçar bûye xwe
bigehîne welatê Swêdê.
* Sala 2003ê, vegeriya welatî û li wezareta rewşenbîriyê wek Şareza kar kiriye. Lê ji ber hin
nexweşiyan, ji neçarî dîsan vegeriya Swêdî.

Heta niha ev pirtûkên jêrî çap kirîne:
1. Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982 . Bi tîpên erebî.
2. Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên
erebî. Kurdistana başûr, 1983 . Bi tîpên erebî.
3. Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983 . Bi tîpên erebî.
4. Gaziyek ji cergê Asya. Dîwana helbestan, swêd 1989. Bi tîpên latînî.
5. Min digot û te vedigêra. Dîwana helbestan, swêd 1990. Bi tîpên latînî.
6. Tålamod, Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, swêd 1990.
7. Helbesta Hevçerx Ya Kurdî. Bergê I, antolojî, swêd 1992. Bi tîpên latînî.
8. Helbesta Hevçerx Ya Kurdî. Bergê II, antolojî, swêd 1994. Bi tîpên latînî.
9. Helbesta Hevçerx Ya Kurdî. Bergê III, antolojî, swêd 1995. Bi tîpên latînî.
10. Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995. Bi tîpên latînî.
11. Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996. Bi tîpên latînî.
12. Peyv û tablo diaxivin. Swêd 1997. Bi tîpên latînî.
13. Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998. Bi tîpên latînî.
14. Qertelê ji bilindahyê ditirsiya. Laş Kilîntîng. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî,
1999. Bi tîpên latînî.
15. Lêopold. Laş Kilîntîng. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2000. Bi tîpên latînî.
16. Du patolên befrê. Çîrok ji bo zarokan. Hîwa Qadir. Ji kurmanciya jêrî bo kurmanciya jorî.
Swêd 2001. Bi tîpên latînî.
17. Mereqa li ser Zirafê . Îngegird û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji
zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî.
18. Mereqa li ser Fîlî. Îngegird û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî,
2001. Bi tîpên latînî.
19. Doktorê hemû tiştan dizane. Mats Rehnman. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî,
2001. Bi tîpên latînî.
20. Mereqa li ser Zirafê û Fîlî. Du pirtûk ji bo zarakan. Îngegird û Sven Zetterlund. Werger ji
zimanê swêdî, 2007. Bi tîpên erebî.
21. Helbesta hevçerxya kurdî. Çapaduyê. Weşanên Deng. Amed 2007. Bi tîpên latînî.
22. Mem û Zîn ya ku Mela Mehmûdê Bazîdî, wek cîrok, di sala 1856 ê de, nivîsî. Ji tîpên erebî
veguhaztiye yên latînî. Weşanxaneya Lîsê, 2007 Amed. Bi tîpên latînî.
23. Çend stêrên geş di esmanê helbesta nû ya kurdî de. Duhok 2008. Bi tîpên erebî.
24. Qefteka gulan, ji baxçê peyv û dahînana kurdan. Hevlêr 2010. bi Bitîpên erebî.
25. Hejarino. Hemû berhem. Helbest. Weşanxanya Lîsê, Diyarbekir 2011. Bi tîpên latînî.
26. Antolojiya çîrokên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya Avestayê, Îstenbul 2011.
Bi tîpên latînî.
27. Antolojiya Helbeta nû ya kurmancên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya
Berbangê, Îstenbul 2013. Bi tîpên latînî.
28. Dê roj hilê. Çîrok. Weşanxaneya Lîsê. 2014. Bi tîpên latînî.
29. Şewçira. Hemû berhemên helbestvanê navdar Refîq Sabirî 1976 – 2017. Vekolîn,
berhevkirin û veguhaztin ji tîpên erebî. Weşanxaneya Lîsê. Diyarbekir 2019. 607 rûpele.
Çendîn pirtûkên din jî, li ber çapê hene.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

*