Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies

Fritillaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies. (Fitillaria Kurdica. Kovara li ser babeta kurdȋ)
Di çarçoveya projeya me de em kovareke elektronȋk çap dikin. Di destpêkê de em ê encamên lêkolȋnên xwe di vê kovarê de pêşkêşȋ xwendevanan bikin. Lê armanca me ew e ku di pêşerojê de ev kovar bibe platformeke xurt a danûstandina raman û zanistên li ser kurdan a di navbera rojhilat û rojavayê de. Loma jȋ em dixwazin ku ev kovar ne tenê bi ȋnglȋzȋ; her wiha bi zimanên din, bi taybetȋ jî bi kurdȋ, polonȋ, rûsȋ û tirkȋ jî weşanê bike. Bi riya vê kovarê em dixwazin zanyar û lêkolȋnerên belavbûyȋ biçekȋ komî ser hev bikin da ku hev û lêkolȋnên hev baştir nas bikin.
Lê bi qasȋ ku em ȋro nikarin li ser pisporên li ser Polonya yan jî Fransayê bifikirin bêyî ku ew zimanên wan welatan nizanibin, em nikarin li ser rewş û çanda kurdȋ jȋ bêyî zanȋna zimanê kurdȋ bi ciddȋ bifikirin. Ziman her car mifteyek e ji bo dil, bȋr û sȋstema nirxan a mirovan û riyeke kûr ji bo zanistê vedike. Loma baweriya me heye ku di pêşerojê de kurdȋ jȋ bikaribe bibe zimanekî sereke yê di qada navneteweyȋ ya kurdolojiyê de. Navê kovara me di destpêkê de biçekî seyr xuya dike. Lê maneyeke bikaranȋna wê ya berfireh heye.

Dagirtin:
1, 2, 3-4, 5, 6, 7-8, 9, 10, 11-12, 13-14, 15, 16, 17, 18, 19-20

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

*